Rojnamevanî

Rojnamevanî, ji kar û awayekî jîyanê yê fermî bêhtir, kar û awayekî jîyanê yê derûnî, wêrekî û taybetbûnê ye. Mirovêt xwe wekî rojnamevan bibîne, li gel çalekbûnê dikare bibe rojnamevan. 
Ez di nava şer, kuştin, zilm, çalekî, wêje, huner, eşq û evînê de wekî rojnamevanekî asayî pêgihiştim. Ji ber min bala xwe hertim da ser cîhanê û mirovan, êdî nûçe û agahîyan hertim bala min dikişand. Car wisan lê hat, di nava sengerên şer de, di şerê dijwar yên sîngbisîngiyê de jî min eger hebûwaye kamerayek, digirte dest xwe û ew rewş tomar dikir. Wan çaxan heya min ji rojnamevanîyê tune bû. 

Bêguman rojnamevanî kesayeteka serbixwe û azad dixwaze. Her rojnamevan ne azade, lê belê rojnamevanî bi xwe bêsînorîya hizir û ramane. Di hizra min da, eve heye; tu carî, tu kes, tu dibistan, tu dever, tu sazî û dezgeh, tu perwerde mirovî nakine tiştek. Ewana tenê mercin. Mercê xweguherînê, mercên werçerxînê. Mirov bixwe rêka xwe, çarenivîsa xwe, rêka jîyana xwe dîyar dike û diguhere. Di vê cîhana ku jîyana wê ya bi hiş û zanebûn ji alîyê mirovan ve tête rêvebirin de, derfetê jîyanê ji bo hemî mirovan her wekî heve. Lê hindek bi hêz hindek bêhêzin. Hindek zana hindek nezanin. Hindek wêrek, hindek newêrekin. Di vê cîhana ku ti tiştê wê ne di nava heman weznê û wekhevîyê da ye, her mirov xwe bi dûvê îdeolojîyekê, ramanekî ve girê dide û dixwaze jîyana xwe bi wî rengî hesan û bêyî sextî bijî. Lê belê dem û derfetên jîyanê, ji bo wan kesan jî û ji bo wan mirovên bêyî îdeolojî jî wekî hevin. Tenê hindek bi xîret, hindek jî bêxîretin. 

 

Destpêka rojnamevanîya min

Dema min nûçeyên cîhanê, hemî rûdan û bûyerên cîhanê û Kurdistanê berhev dikirin û şiroveyeke li ser van rûdana amade dikir, temenê min 16-17 sal bû û min bawer dikir ku em wekî yekîneyeka şervanên Kurd çarenivîsa cîhanê dîyar dikin. Me weha bawer dikir. ji ber wisan em dabûn bawerkirinê. Ji xwe di temenê ciwanî de, mirov wer dizane ku wê dinyayê biguhere. 

Bûyîna Kurd, hertim, di her pişe û awayê jîyanê de sext û zehmet bûye. Me hertiştê pêwist ji bo xwe kire pişeyek û me xwe fêr kir. Ji ber jîyanekî wisan amade û avakirî ji mere tune bû. Ji bo em bibin mirov divîya em xwe bixwe perwerde bikin. Ji bo em bibin nivîskar divîya em xwe bi xwe fêrî wêjeyê bibin. Ji bo em bibin hunermend divîya em xwe bi xwe fêrî rêk û rêbazên hunerê bibin. Ji bo em bibin şervan divîya em xwe bi xwe, bi berdêla mirina xwe fêrî hunera şer bibin. Ji bo em bibin rojnamevan jî divîya em xwe bi xwe fêr bûba û me rojnamevanîyeka wekî xwe ava kiribane. Derveyî pergal û rêbaza rojnamevanîya cîhanî. Kamera û keleşkof di dest de, him xwe biparêze, him jîyana xwe tomar bike. Him birîndarekî ji cihê ser dûr bixe, him li ser jîyana wî binivîse, him sibê hetanî êvarê di jêr tavika dijwar de biqele, bi qejile, him li ser wê siruştê binivîse. Him sê meha serê xwe neşo, him wê rewşa xwe bike wêne bike dîmen û tomar bike. Em çi bûn? Şervan an hunermend? Şervan an bijîşk? şervan an erdnas? şervan an gerok? şervan an lêkolînvan? şervan an rojnamevan? 

Divîya em bibin hertişt. Ji ber tu sazîyek, tu komarek, tu hêzeka em jê tiştekî werbigrin tune bû. Ji xwe bêaqilîya gelek Kurdan eve bû. Dema mirovek xwe perwerde dike, hemî başî û serkeftinên wî dixin semyan û malê rêxistinan û sazîyan. Lê belê rewş ne wisa ye. Ne di jîyana civakî, ne di jîyana şer û sîyasetê de tu hêz tu kes nikare mirovî biguhere. Lê belê ji bo guhertina bi her awayî hel û merc hene, hebûne. Êdî hertişt dimîne di destê mirovî de. Hindek dişên xwe bi zanebûn, azmûn û hemî alîyên serkeftî yên jîyanê ve perwerde bikin û ji bo xwe jîyaneka bê hempa ava bikin. Hindek jî dişên wan hel û mercan, wan dem û derfetan ji bo xwe bi xirabî, bi neyênî bikar bînin û kesayeta xwe ya qels bêhtir birizînin û berbi xirabî, berbi çewtî werçerxin. Dem û derfetên jîyanê ji bo herkesî wekî hevin. Hindek ji newêrekî dibin pisîk, hindek ji wêrekî dibin şêr. Êdî çarenivîsa pisîkan ne guhenê şêrane. 

Min gotin pir dirêj kir. Bi kurt û kurmancî serpêhatîya min a rojnamevanîyê wisan biçûk biçûk lê di sînorê mirinê de destpê kiribû. 

 

Karên destpêkê

Wekî min li jorê jî gotî. Dema mirov heya xwe ji jîyanê, cîhanê û mirovan dibe, wê demê, ne li gorî nexş û pîlan jî be, mirov azad dibe û dibe xwedan hizrê xwe bi xwe. Derveyî hunera şer, ew hunera ez him ji azmûna welatên dîtir, him ji azmûna şervanên ji min kevintir fêr dibûm, min bala xwe dabû ser karên medyayê û karên rojnamevanîyê. Sedema vê yekê jî bawerim eve bû; min hez ji çandê, hez ji hunerê dikir. Hemî karên hunerî, karên wêjeyî, karên rewşenî bala min dikişandin. 

Dema di radyoyekî gerîlla de min dest bi kar kirî, ne wekî mirovekî medyatîk, an jî karmendekî xwedan azmûna medyayê min destpê kir. Ya rastî, ji bo ez nebime arîşe, an jî nebim kotek li pêş sîyaset û awayê birêvebirina rêxistinê ya demê. Di wateyekê de, ez hatibûme avêtin. Şer rawestîya bû. Min jî hemî hêza xwe dabû ser karên huner, çand û wêjeyê. Lê belê ewe jî piştre dê bûbane bela ji min re. Ji ber ev karên min dikirin bi zimanê Kurdî bûn. Ji ber vê yekê jî astengîyên min pir bûn û barê min giran bû. 

Di radyoyê de, rojane bernameya çand û hunerê, bi qasî 45 xulekan, ji alîyê min ve dihate amadekirinê. Herçend, ji alîyê rêvebirîyê ve nerazîbûn li beramberî bernameya min hebin jî, bernameyeka serkeftî û zengîn bû. Bi wêya têr nebûm û min di encama hewldaneka demdirêj de, ew destûr wergirt ku Kovareka Gerîlla, xwerû bi Kurdî bidim çapkirinê û biweşînim. Bawerim Kovara yekem ya Gerîlla bû ya bi Kurdî dihate weşandinê. Ji ber di hemî amûrên weşan û medyayê de, hertim zimanê birak, zimanê Tirkî jî hebû. 

Kovara Dengê Gerîlla piştî hejmara yekem, bi awa û şêwe, rêz û sererastkirin, naverok û berheva xwe ve bûbû berhemekî taybet. 

Piştî hejmara yekem, bi lez û bez kovara min kedeka pir zêde di berde dayî yekser ji dest min hate derêxistinê û piştî wê serpêhatîyê tû wateya hewldanên min yên karên weha nemabû. Êdî min destê xwe ji hemî karan şuştibû. 

Mirov dema tiştan bizane başe an nezanibe başe? ev pirs bawerim ji alîyê gelek kesên hewl didin bi zanebûn bijîn carcaran tê pirskirinê. Lê ji bo min tu carî nebûye cihê dudilîyê. Madem dijîm, divê bi wêrekî bijîm û hertim nêzîkî navenda bim. Rêvebirên civakê, sazî û dezgehên desthilat, kes û mirovên xwedan hêza girseyî divê binasim û bibînim. Him awayê birêveçûna pergal, hêz, rêxistin û dewletan, him jî wekî di bazirganîyê de tête gotinê ID ya wan, an ku nasnameya wan, Identiytê ya wan divê binasim. An dê bi zanebûn bijîm, an jî qet najîm. 

Çendîn xwesteka min, jînayeka nav xwezayê be jî, jîyana nava mirovan û civakê, mirovan ji hemî tiştî hayedar dike. Tenê mirov ne ker be û ne kerr be. 

Li Silêmanîyê maweyekê mam. Kovareka Kurdî, ya ku çend rûpelên wê bi Kurmancî bala min kişandibû. Bi rêka yek dû biraderan min xwe gehandibû xwedîyê wê. Weşanxaneyekê ew kovar derdixist. Hîna di rûniştina yekem û destpêkê de bersiva neyênî dane min. Ji ber wana jî zimanê Kurdî tenê ji bo sîyaseta xwe bikar tanîn û hez nedikirin kesekî -xerîb- têkeve nav koma wan û kar bike. 

 

Karên li Ewrûpa yên Rojnamevanî yê

Min li jor jî gotibû. Em Kurd, neçar dimînin her karî bikin. Ji ber pişe û dabeşa pişeyan li gel me wekî pergal tune. Her çend komar û dewleta me tunebe jî, gelê Kurd xwedan wê hêz û derfetî ye, bi sedan dezgehên van mijaran ava bikin.

Di nava bêderfetîyê de, dîsan min hemî derfetên xwe yên heyî bikar anî û malpereka bi navê Gelavej.com saz kir. Ji bo vê yekê jî bawerim nêzîkî 2 hezar euro bi du hezar teşqele û belayî min berhev kiribû û dabû kompanyayekê da ku du vê malperê ji bo min saz bikin. 

Li gel wêya min hîna di sala 2003 yê de malpereka bi navê kurdewari.com ava kiribû û berhemên Kurdî, muzîk, film û pirtûkên Kurdî bi rêka torê difirotin. Bêgûman firotin peyveke şaşe ji bo vê mijarê, ji ber bawerim dibe min deh heb jî ne firotibin. Bi salan min mesrefa van malpera da. 

Ev karana di beşa malpera min ya PROJE de hatine rêzkirinê. Ji ber wê dirêj dirêj qala vê yekê nakim. Hetanî sala 2010 ê, karên min pir jî ne bi hostayî bûn. Lê dîsan jî min wekî kompanye, an ku kargeh- fîrma vekiribûn. Lê bi sala 2010 ê ve êdî min projeyên berfireh dabûne ber xwe. Hemî semyan û derfetên xwe yên pera min ji bo karên Kurdewarî dirêşt. Radyoya KurdFM, App û bernameyên wê yên mobîl, server û mesrefa malperan, Koma Hêvî Group, wekî patent û marqe qeydkirina van projeyan. Pêşangeha Pirtûkan a navnetewî. Li gel nivîskarên Kurd bi dehan kar û çalekî û proje. Piştgirî û nivîsîn û danasîna projeyên Filmên Kurdî, muzîkên Kurdî, albûmên sitranbêjan. Di nava evhinde teşqele û alozîyê de, bi salan min nûçe berhev kirin û di malpera gelavej.com paşê rewanbej.com û neha jî rewanbej.net de weşandin. Li gel vê yekê bi hezaran nivîs, wergerê malperan, wergerê teknîkî, nivîsên wêjeyî, gotar, pêkenok, serpêhatî, lêkolîn, dazanîn, him di malperên xwe de, him di malperên dîtir de min nivîsîn û weşandin. Wekî malpera hertist.com min bi sedan nivîs têde weşandine. 

Li gel van karan nûçevantî, hevpeyvîn, nivîsîna biyografîyan an kurtejîyana mirovan û wekî vana, pir karên dîtir yên rojnamevanîyê min pêk anîn. 

Karên min, ji karê rojnamevanîyê bêhtir, heman wekî dema şer, him şer û him rojnamevanî bû. Him kar û proje û pêşdabirina ziman û çanda kurdî, him jî rojnamevanî bû. Li gel evqas tişt jî, tekoşîna min, dijî ker, ehmeq û bêaqilên ji Kurdbûnê dûr jî berdewam bû. 

Her çend di sala 2019 ê de, min ragihand ku ez dawî bi kar û projeyên torê yên Kurdewarî bînim jî, hîna gelek kar û proje berdewamin. Ji ber êdî ez pir dereng mam ku berhemên xwe binivîsim. 

Berîya bi pênc salan, 2015 ê bi awayekî fermî bûme endamê Dezgeha Rojnamevanîyê ya DPV R  Eve pênc sale endamê vê sazîyê me. Bêguman ez ne rojnamevanekî Elmanim û Elmanya me. Tu çalekîyên minî rojnamevanî yên Elmanî çênebûne. Ji ber zimanê min hîna têrê nake û dem û derfetê min jî tunene ez li deverên giring bigerim û rojnamevanîyê bikim. Vê gavê tenê rojnamevanîya Kurdî dikim.  

Bêguman, mirovê jîyana xwe bide dozekê vêya ji bo kesekî nake. Ji bo nirxên di hinavê wî de qûrmê xwe belav kirî, ji bo hîm û bingehê derûnê xwe dike. Felsefeya mirovî ya jîyanê çi dibe bila bibe, carinan ji bo xeyalên xwe yên zarokatîyê dijî. Zarokatîya me ya di jêr zilm û zordarîya serdestên axa me de bihurî, tu carê nahêle em ji hîm û bingehê xwe dur bikevin. Herkes wekî hev nikare bijî, herkes wekî hev nikare bike, herkes dikare ji hev bêhtir bi peyîve, lê belê dema mirovî kir jî, bi qas kirina xwe dişê biaxife, heta dikare qîr jî bike. Ev jî nayê wê wateyê ku dema mirov axifî, hindeka dîtir bêdeng bike. 

Kurd ji serkeftinên xwe bêhtir bi binkeftinên xwe serbilindin. Lê belê serkeftinin yê mirov bextewer dikin û serbilind dikin. Serbilindî jî ne li beramberî gel û mirov û kes û sazîyane. Yê min bi xwe qet pêwistîya min bi vana çênebûye. Çi dikim ji bo dilê xwe dikim û evqas.