Pêşangeha Pirtukan

Pêşangehên Pirtûkan li her welatekî bi rengekî dî, awayekî dî, armanceka cûda pêk tênê. Ji ber wêya ez hez dikim, bi kin û kurtasî qala pêşangeha Pirtûkan a navnetewî a Frankfurtê bikim. 
Pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê taybetîyên xwe hene. Na şibe pêşangehên dîtir. Him kar û xizmet û projeyeka mezin a çand û wêjeyî, him jî karekî mezin yê bazirganî ye. Bêguman ev karê bazirganî ne karê beşdarvana an jî ji bo suda beşdarvana ye, lê belê ji bo rêxistina vî karî, kar û sûdeka mezin ya bazirganîyê ye. 

Bi sedhezaran mirov serdana pêşangehê dikin. Kolanên Frankfurtê bi bîyanîyan tijî dibin. Wekî her pêşangehê firoşgehên Frankfurtê ji ber bilindbûna hatinîya wan ya bazirganîyê û firotinê ji kêfa, wan çend rojan ranazin. 

Pêşangeha pirtûkan taybete. Ji ber bi sedhezaran mêvanên xwendevan û şagirt têne pêşangehê. Ji hemî welatan pêşangeh têne danînê. Piranîya nivîskarên cîhanî, yên her welatî beşdar dibin. Nivîskar hevû du dinasin, weşanxane li hev dikin bo karkirina hevbeş. Pirtûk têne nasandin. Di wateyekê de, her welat xwe dide naskirinê. Çanda xwe, wêjeya xwe dide naskirinê. Wan çar pênc rojan, ji roja çarşemê hetanî şemîyê êvarê cîhan dibe yek û têkilav dibe. 

Pêşangeha Pirtûkan a navnetewî bi taybet ji bo welat û zimanên dîtir ne cihê firoştina pirtûka ye. Bêhtirî xwe, şûna pêkhatinê û danasînê û xwepêşandana welatane. 

Dema min biryar da li pêşangeha Pirtukan a Frankfurtê pêşangehê daynim, berîya hertiştî min li perê berîka xwe nihêrî. Ji ber, ji bo vekirina pêşangehê li Frankfurtê pereyekî baş pêwiste. Piştî min ji karê fen û fêlên aborî ew derfetê pera peyda kir êdî kar dima ser berhevkirina pirtukan, bernameyeke baş û birêkxistinê. 

Hetanî hingî hersal du pêşangehên Kurdî di nav van pêşangeha vedibûn. Yek jê ya Mezopotamya bû. An ku sazîya PKK bû. Bêhtirî xwe pirtûkên bi tirkî yên nû derketî pêşkeş dikirin. Roman, çîrok an jî pirtûkên cûrbecûr yên sîyasî û wêjeya cîhanî bi zimanê tirkî. Pêşangeha dîtir jî ya bi navê Hikumeta Herêma Kurdistanê bû. Ew jî bêhtirî xwe tenê ji karekî diplomasî pêk dihat. Ne wekî karekî çandî û wêjeyî an jî sîyasî bû. Tenê wekî birêkxistina hindek kesan bû. Bêguman bûha û çûyîna wê hikumeta Herêma Kurdistanê dida. Cihê mezin digirtin, deverên giran û beha, lê belê ne pirtûkên di refan de, ne jî hewldan û amadekarî qet tu têkilîya xwe bi wêjeya Kurdî tune bû. Ez hersal diçûme pêşangeha pirtukan lê mixabin, min tu tiştekî kurdewarî nedidît. Piştî di vî alî de min valatîyek dît û pêwistî pê dît, min biryar da ez pêşangehekê li Pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê vekim. 

Karên Kurdewarî, bi taybet yên çandî, hunerî û wêjeyî tu sûdeka xwe a darayî, an sûdeka xwe ya pereyî tune. Kurd wekî her civatê pera ji bo ol û îman, sîyaset û şer û îdeolojîyan didin. Lê ji bo karên ji alîyê kesan ve têne birêvebirin kes pera nade. 

Kurd nebûne Dewlet û herkes bi vê bîyanoyê qûna xwe rizgar dike. Lê belê rastî ne wisaye. Kurd nebin dewlet jî, bi qasî deh dewletan hiş û zanebûn û azmûn û hêza Kurdan heye. Her Kurdek dikare bibe Dewletek. Çawan be hêzên sîyasî yên Kurd li pêş Dewletbûnê astengin. Wê demê mirovên xwedan xîret û keramet dikarin Kurdbûnê zindî bigrin. 

Bi vî hişî bi vê zanebûnê û bi vê hizrê min derfetên xwe yên kar û pereyan ji çavan derxistin û dest bi pêşangehê kir. Çend salan min domand baş nayê bîra min lê dikarim bizanibim, ji wêneyan û belgeyan. Bawerim ya yekem sala 2011 ê bû. 

Ev wêrekî min pêşan da. Ji ber çûyîn an ku mesrefa pêşangehê giran bû herkesekî ne dikarî di pêşangehê de cî bigre. Paşê min dît ku gelek dewletên cîhanê biqasî cihê min girtî cih negirtine. Beguman karîgerîya giranbûn û buhabûna wê hebû. 

 

Pêşangeha Kurdî ya Hêvî Group

Herçend rewşa min ya burokratî û fermî li Elmanya ne baş jî be, min Hevi Group li ser navê xwe weku companya vekir da ku karibim bi rengekî fermî di pêşangehê de cih bigrim. Wekî dîtir jî min dixwest bi navekî Kurdî di pêşangehê de cih bigrim. 

Berîya hertiştî, di nava rêvebirîya pêşangehê de min peywendîyek pêk anî. Jineka tirk lê belê ne ew tirkên em dizanin. Tirkeke li gorî pergala Elmanya tevdigere, dixwaze deverên Pêşangehê li gorî pîvanên bazirganîya Pêşangehê bifroşe û miroveka ne nijadperest. Bi xêra wê hindekî dî karê min hesantir bû lê belê di warê pera û giranbûna cihê pêşangehê de tu tiştek nehate guhertinê. Ev derfet ji bo gelek tiştên dîtir min bikar anîbû. Ya yekem cihê pêşangehê min ne xistibû nav pêşangehên Elmana de. Min li cem pêşangeha Tirkîyê cih kirê kiribû. Ji xwe piranîya kesên bihatana pêşangeha Tirkan ez jî nas dikirim. 

Berîya pêşangeh destpê bike min karê xwe kiribû. Du alên mezin yên Kurdistanê, Nexşa Kurdistanê, Pirtûkên xwe yên Kurdî û navê pêşangeha me bi nivîsên mezin. -Hevi Group û KurdFM-. 

Bêguman mirovên wêrek dikarîn vê yekê bikin. Li kêleka pêşangehên Tirka û bi alayên Kurdistanê û nexşa Kurdistanê. Tu derdekî min, hesabekî minî kesane, gumanekî minî kesane tune bû. Çawan ez di 6 salîya xwe de, dijminê Dewlet û komara tirkiyê bûm. Hetanî dagirkerîya wê li ser xaka Kurdistanê berdewam be ev dijmindarîya min berdewam dikir û dê berdewam bike. Ji ber vê yekê mirovên tu gumanekî wan, tu berjewendîyekî wan yê kesane tunebin dikarin karên bi wêrek bikin. Kesên xwedan bi dehan hesab û berjewendîyên kesane ji xwe dibin tirsonek. Hêzên sîyasî dema tevgerên xwe yên taktîkî an ku yên demkinî ji xwere wekî armanc û hizrên stratejîk dîyar dikin û dest ji doza xwe berdidin, ji ber berjewendîyên xwe yên biçûk an jî xizmetkarîya dijminên xwe vê yekê dikin. Ji ber wê yekê jî hemî tiştên wan dibe derew. Hostatîya derewan jî li ser girseyan û civak û civatan karîgerîyeka baş dike. 

Di jêr navê Hevi Group de min dixwest li gorî armanca Pêşangeha Pirtûkan a Navenetewî a Frankfurtê tevbigerim. Çendîn min qonaxeka zarokatîyê ya sext û dijwar bihurandibe jî, li gel azadbûna xwe, kêfa min ji karê bi hostayî, karê bi disiplîn dihat. 

Armanca min bi pêşangeha pirtûkan çi bû? ji bo çi ew hinde zehmetkêşî û mesref?

Piranîya mirovên min dîtî, hetanî neha hertim ji min re ev yek gotine; Ji bo çi te evqas mesref kir, çima tu ew hinde mesref dike?