Nivîskarî

Eger Nivîskarî bi hejmara pirtûkên çapkirî be bêguman ez ne nivîskarim. Min kaşeya xwe li jêr civînên nivîskarîyê yên qelebalix, xwendina pirtûkên xwe an jî çalekîyên weha nedaye. Ji bo vê yekê jî ez ne nivîskarim. Lê belê, piştî hînî nivîsê bûme hetanî roja îro, biqasî piranîya fêrbûnên xwe yên jîyanê, wekî kiryareka rojane, an jî fêrbûneka cendekî, min hertim nivîsîye û dinivîsim. Bawerim bi qasî xwendina pirtûkan, ew hinde jî min nivîsîye. Çi dinivîsim? nivîsên min dikevine kîjan beşa wêjeyê? xwedan kîjan rêk û hizirin ez wêya jî baş nizanim. 

Dema dinivîsim pîvana min a nivîsandinê ne pirtûkin, an jî li gorî pirbûna hejmara rûpelan nanivîsim. Demekê di şevên tarî, di jêr ronahîya heyvê de min dinivîsî. Carcaran di sengerên şer de, carcaran di kevîya mirinê de. Piranîya nivîsên min hundabûn. Gelek rûpel di jêr kevirên çîyayên bilindde man. Gelek jê li ber helmeta çemên har çûn, gelek jê jî bûne êzingên ar. Hindek min, hindek jî nehezkirên min şewitandin. Di encam de şewitîn. 

Eger ez bêjim, nivîsên min jî wekî min zehmetkêşin dê nebe derew. Wekî min qetqetî bûn. Lê di encam de ew gewher û hêza xwe qet hunda nekirin. Nivîsên mirovî, li gel derûnê mirovî dijîn. Carcaran birîndar dikevin, carcaran ji hêz dikevin, carcaran jî dişikên lê namirin. Nivîs jî, wekî derûnê mirovî eger nemrin, ew derb û birînbûn wan bêhtir bihêz dike û li gel temenî pêdighêjin.

Li gel hezaran rûpel nivîs, bi sedan jî pexşan û gotar, bûne mêvanê gelek kovar, pirtûk û malperan. Wekî nivîskarîya min, helbetsvanîya min jî tuneye lê mirovê xwedan derûnekî kur, hestên ji hev dur be wê demê dişê helbestan jî binivîse. Çend helbest jî hene yên min dilê xwe bi kin û kurtasî darêştî. 

 

Kurteçîrok

Kurteçîrokan pir dinivîsim. Min hîna nejimartine. Ji ber dizanim jîyan têrê nake ez wan çîrokan dirêj dirêj binivîsim. Kurt jî bin dibe. Ji ber tu kuleka min ya wisan tune ez bibim hunermendê wêjeyê. Ji ber wêje ne nivîsandina bûyerane, wêje bi rengê hunerî nivîsandine. Her çi dibe bila bibe derbirîna jîyanê bi rengê hunerî ye. Mijar çendîn balkêş dibe bila bibe, di dîroja derûnê mirovan de ew nivîsên şopa xwe dihêlin nivîsên hunerî ne an ku derbirîna hunerî ya jîyanê ye. Tiştê hun difroşin, çendîn xweş dibe bila bibe, eger hun nizanibin bifroşin nayête firotin. Îro ji bo hestên netewî, hestên mirovî dibe ku hindek mirov nivîsên we bixwînin lê tiştê ji bo pêşerojê dimîne tenê kurayîya derbirînê ya hunerî ye. 

 

Gotar


Nivîsên rojane, an ku pexşanên li ser rojevê, li ser rewşa welatê Kurdan, li ser rewşa Kurdan, li ser rewşa şer û sîyaseta Kurdan jî dinivîsim. Bêguman dema dinivîsim, ne berjewendîyê sîyasetan, ne berjewendîyên kesan, ne jî gumana gotin û helwestê derdorê xwe bo xwe pîvan nagrim. Ji ber biqasî ku li ser Kurd û Kurdistanê wekî dibînim û dizanim şirove bikim heya min ji Kurdbûna min heye. Bo vê yekê di warê derbirîna xwe ya azad de tu sînorî nas nakim. Ji xwe ne jîyan, ne dinya û ne netew ne milk û semyanê hêz û kesane. Herkesek dişê di vî warî de bibe xwedan gotin. Tenê mafê wan kesan tune bi zimanê ku Kurd pê hatine helandin û dagirkirin li ser Kurdan bibe xwedan gotin û helwest. Hemî nivîsên xwe yên sîyasî û li ser rewşa rojane jî berhev dikim. 

Hez dikim piranîya nivîsên xwe wekî pirtûk jî çap bikim. Ya rastî êdî dîmen û vîdeo bêhtir balkêşin ji nivîsandina pirtûkan lê belê dîsan jî eger derfet bibînim hez dikim nivîsên xwe wekî pirtûk bidim çapkirinê. Dizanim temen têra vêya nake, lê dîsan jî ez dê hewl bidim hindek tiştan biweşînim. 

Ez çendîn gotina rehmetîyê Deskartes li gorî dema wî rast bibînim jî, li gorî serdema me tu wateya wê nemaye. -Ez dihizirim, naxwe ez heme-, an jî -Biqasî dihizirim ez heme-. Di vê serdemê de ez vêya bawer dikim. -Biqasî ez bême têgihiştin ez heme-. Nivîs jî rêk û rengekî xwederbirînê ye. Wekî dîtir tu wateya wê tune bo min. Tu hewesekî minî wisan tune ez şakaran li şûn xwe bihêlim û berhemên bêhempa bo mirovatîyê bihêlim. Ez îro, vê kêlîyê û hetanî dawîya temenê xwe bi bextewerî dijîm û dê bijîm, nivîs jî parçeyek ji vê bextewerîyê ye, eger na di nivîsê min de bazirganîyek li gel pêşerojê tuneye. 

Nivîsên xwe tenê bi zimanê Kurdî dinivîsim. 


wekî dîtir bawerim ji deh salan bêhtire endamê PEN a Kurdim