Nexşesazî - Grafikdesigner

Nexşevanî an jî nexşesazî; mirov dişê şûna Designer an jî Grafikdesigner bikar bîne. Ew mirovê bi awa, şêwe û rengên wan ve mijûle. Kesê cîhanê bi çavê nexşkirinê dibîne. 

Her mirov ji ber zîndarekî sirûştê ye, di heman demê de, her mirovek nexşevaneke. Lixwekirina kincekî, hilbijartina rengê tiştekî, bicehkirina amûrekî, an jî bidîwarvekirina wêneyekî,  rêzkirina pirtûkan, li gorî  reng û çonayetîya wan rêzkirin û bicihkirina kincan û bi hezaran mînakên wekî vêya pêşanî me dide ku her mirov nexşesazeke. 

Di nava vê rewşê de, hindek mirov ji jîyan û rewşa asayî bêhtir bala xwe didin ser awayê tiştan, rêzkirina tiştan, rengê wan û bikaranîna wan. 

Siruşt, tişt û mirov bi awayekî dî têne xuyanî. Ew mirovên bala xwe bêhtir didin ser deng û rengê hebûnê, mirovan û siruştê, wê demê beşek ji jîyana xwe, dikarin ji bo hunera dîmenî veqetînin û dema xwe bibihurînin. 

Reng û awayê jîyanê, estetîk an ku ciwansazîya mirovan, ya ajelan, ya sirûştê hîna di temenê biçûk de bala min dikişand. Lê belê ez Kurdbûm û têkoşerekî bê jîyaneka asayî bûm. Ji ber vê yekê jî ew dem û derfet nebû ez bala xwe bidim ser hunera dîmenî ya jîyanê û mirovan.

Zanabûn; têgihiştina jîyanê be, Huner; derbirîna jîyanê, mirov û tiştane. 

Li gel xwe, hertim qala hunera sirustî dikim. Kesên bi hest û kesayeta xwe hunermend. Bêyî dibistan, bêyî fêrbûna ji mirovên dîtir, bêyî fêrbûna zanistî. Pêşketina zanista hunerê bi giştî, ne pêşketina hunerê an jî, ji nû ve vejîna hunerê ye. Tenê têgihiştina hunerê ye. 

Mirovekî îro di konservetuarekê de fêrî muzîke bibe, nayê wê wateyê ku ew dê bibe muzîkjen. Mirovekî îro perwerdeya şanoyê bibîne, nayê wê wateyê ku divê bibe şanoger an jî ew hunera wî a şanogerîyê heye. Gelek mirov dişên teknîka nivîsê fêr bibin, lê evna wan nake nivîskar. Ji bo hemî alîyên hunerê derûn û hest pêwiste. 

Gêbuman başe mirov têgihiştin, huner û alîyên xwe yên bisporî bi rêka fêrbûn û teknîka pêşketî pê bighîjîne û bikaribe xwe bi zanistî jî lê bike, ava bike. 

Ji ber vê yekê jî piştî min têkildarîya xwe a siruşt, mirov û tiştan dît, xwesteka xwe a mijûlbûnê dît, min xwest wekî kar, wekî karekî bazirganî jî vê yekê pêk bînim. Êdî piranîya jîyana xwe a rojane min bi hizir û xeyala nexşandina tiştan, forman û xîçkirinê bihurand. Karê nexşesazîyê jî wekî hemî kar û tiştên jîyana min, tenê ji bo wê kelecanîya min jê werdigirt min pêş xist û mezin kir. 

Di nava 6-7 Salan de bi karê nêzêkî 400 fîrma û companya ve mijûl bûm. Ji nav, al an ku logo, reng, hetanî bi nexşa dikan û cihên wan, min dîyar kirin û ji xeyal û hizir derbarsî rastîyê kirin. 

Li gel nexşandina grafikê an ku wêne û dîmenî, bi nexşandina rûpelên înternetê ve jî mijûlim û ev beşa kar jî pir bala min dikşîne. Reng û awayê malperan, bicîkirin, awayê nivîsê, cihê nivîsan, form an ku bikaranîna remzan û hîna gelek tiştên dîtir bala min dikşînin. 

Êdî nexşandina karên înternetê tevayî bi koda têne nivîsînê. Ji awayê dîmen û grafîkê derdikevin. Eve bêhtir bi min re kelecanî çêdike û dihêle bêhtir bala xwe bidim serê. 

Çend kurtegotinan bêjim da mijara grafîkê baştir bête têgihiştinê. 

- Her mirovê bi Photoshopê ve mijûle, ne nexşevane
- Her mirovê dibistana nexşevanî an ku Desîgnê dixwîne nikare bibe Designer, an ku nexşesaz

Nexşevanî kesayeteka hunermendî, mijûlbûneka bêhempa, zehmetkêşîyeka bê navber û serîyekî saxlem dixwaze. Ev huner jî wekî hemî huneran, eger nebe rastî, eger nebe berhem, eger nebe pere û neyête xuyakirin, mirov çendîn jîr û jêhatî jî be tu nirxê vê hunerê tune. 

Piştî van taybetmendîyan êdî mirov dişê li ser dîroka nexşesazîyê vekole. Li ser Tipografî an ku şêweyê nivîsê, li ser hemî beş û awayê nexşesazîyê xwe pêşva bibe. 

Hemî mijûlbûnên min yên jîyana civakî li gorî hewes û xwesteka minin. Karekî ez jê kêf negrim, çendîn diraf û hatinî û pereyê wê pir jî be, xwe tevlî nakim. Lê rastîyeka jîyana bazirganî, an ku jîyana tekoşîna peran jî heye, dema mirov karên sext û zehmet biser dixe wê çaxê ji xwe kêf jê digre. Pîvana jîyaneka bextewer di her dever û demê de, serkeftine. Mirovên serkerftinan nebîne, nikare çêjekê ji jîyanê û tekoşîna jîyanê werbigre. 

Ez jî, herroj, herdem di nava karê xwe yê bazirganî û heman demê de, wekî karekî hunerî, karê nexşesazîyê berdewam dikim. Tiştên nû aşkere dikim, dibînim fêr dibim û pêş dixim.