Kurd FM

Şevek ji meha Nîsanê ya sala duhezar û dehê bû dema min biryar da ez radyoyeka Kurdî li ser tore bidim destpêkirinê.

Wê demê tu radyoyên Kurdî li ser torê tunebûn. Ji ber wê demê Înternet ewhinde pêş ne keftibû û telefonên desta nû nû ji bo înternetê dihatine bikarhênan. Dema bi tena xwe dimam, an jî birêkekê ve diçûm, an jî di nava terembêjê de min rêkên dirêj didane ber xwe, pêwistîya guhdarkirina muzîka Kurdî ji min re bûbû wekî kulekê. Bi vê boneyê min biryar da ez radyoyeka torê vekim û bi rêka telefonên desta bihêlim ku bikarhêner guh lê bigrin.

Min yekser ji bo biraderekî zeng lê da û bi rêka telefonê li gel axifîm. Ew li Stenbolê bû. Wê şevê divîya ez dengê muzîka Kurdî di telefona destan de bibihîzim, eger na ne diketime xewê.

Bûhayê Servera Radyoyê ji bo salekê 360 euro bû. Pereyekî ne kêm bû û mesrefa min tenê bi vêya jî bidawî nedibû. Lê divîya ez hindekî dî zêde kar bikim û vî barî ragirim.

Wê şevê min dengê sitranên Kurdî di telefona desta de bihîst. Êdî min dikarî bi aramî û dilxweşî bikevim xewê.

Piştî bi çend heftîyan bû, bernameya IOS ê ya Applê jî amade bû. Dema bernameya KurdFM ya bazara AppStorê derçûyî tu bernameyên dîtir yên Kurdî tunebûn. Di nava 6 mehan de ji 100 hezar kesî bêhtir li çardorê cîhanê bernameya KurdFM daxistibûne telefonên xwe û guh lê digirtin. Vê yekê kelecanîyeka bêsînor biminre çêdikir. Min hertim tiştê ku dişîyam pêk bînim xeyala wan di hişê xweda zindî dikir û paşê jî min derbasî rastîyê dikirin. Eve jî tiştekî wisan bû. Gaveka biçûk lê karekî mezin bû.

Wê demê li Kurdistanê telefonên desta di destê pir kesî de tunebûn bi taybet jî Iphonê ji ber buhayê wan pir belav nebûbûn. Dîsan jî li çardorê cîhanê guhdarên KurdFM hebûn.

Bi navê KurdFM min gelek karên cûda pêk anîn. Di warê darayî an ku diraf û pareyan de bar li ser şanê min bû. Lê wekî dîtir, di warê pratîkî û pêkanînê de çend hevrêyên dîtir arîkarî didane min.

Bi navê KurdFM min sponsorîya gelek proje û karên Kurdewarî kir. Karên mûzîkê, şevên Êzîdîya, Albûmên muzîkê, Pêşangeha Pirtûkan û hîna gelik karên dîtir.

Di sersala 2011 ê de, min biryar da hemî kar û projeyên xwe bi navê Hêvî Group berhev bikim. Û wê sersalê me konserteke muzîkê lidar xist. Ev konserta bi navê KurdFM bi taybet ji bo wê yekê bû da Kurdên li xerîbîyê bikaribin sersala xwe jî di nava kêf û şahî yê de bibihurînin. Armanceka ku em pareyan jê bidest bixin tunebû. Di serî de ji sitranbêjên di nav rêxistina konsertê de cih digirtin û cend sitranbêjên dîtir di encama astengkirina Mîr muzîkê de nehatine konsertê. Lê dîsan jî konsert pêk hat. Kêm kes beşdar bûn. Mesref û xisareka li gorî derfetên me mezin çêbû.

Di demê pey wê de jî gelek çalekî bi navê KurdFM ê hatine lidarxistin.

KurdFM bi navê xwe, wekî patent li Ewrûpayê hate tomarkirinê.

Paşê jî bername Androîdê jî hate sazkirin. Lê belê her karê teknîkî û birêvebirinê mesref jî bi xwere zêde dikir. Bernameyeka baş ya mobil bi dilê min çênebû û di destpêka sala 2019 an de hemî karên xwe yên medyayê yên Kurdewarî min navberek dayê. KurdFM hîna jî weşana xwe didomîne lê belê ne bi rengekî xurt û mezin.

Site Url