Hêvî Group

Hêvî Group navekî wekî xwe, pir bi hêvî, pir bi hêz û tuwana, navekî pir bi ked û renc.

Di sala 2011 ê de, dema min biryar da êdî kar û projeyên xwe yên Kurdewarî di jêr navekî de kom bikim, wê demê navê Hêvî Group hate bîra min û wekî patent an ku merqe min tomar kir. Hetanî hingî karê sponsorîya projeyên Kurdewarî, nexş û projeyên dîtir yên ku min bi xwe ava dikirin û pêş dixistin, her yek bi navê xwe dihatin avakirin. Piştî sersala 2011 ê êdî hemî kar di jêr sîbera Hêvî Group de berhev bibûn. Bêgûman ji destpêka van karan ve, min giringî bi wê yekê dida, da ku kar û projeyên xwe bi awayekî bisporî ava bikim û pêş bixim. Ji ber wê yekê bû, piştî avakirina KurdFm ê bi demeke kin, nêzîkî Frankfurtê me Studioya KurdFM ava kir. 

Hêvî Group jî li Elmanyayê wekî Kompanyayekê hate damezirandin. Bi navê Hêvî Group li pêşangeha Pirtûkan a navnetewî a Frankfurtê panel hatine birêkxistin û pêşangeha pirtûkên Kurdî hate lidarxistin. Li gel mesref û bûhayê giran dîsan jî çend salan li pey hev di pêşangehê de pirtûkên Kurdî hatine danasîn û nivîskarên Kurd hatine vexwendin. 

Di pêkanîna van karan de, ked û renceke bêhempa hate ravekirinê. Mesrefeke darayî an ku dirafî jî hate kirinê. 

Bi navê Hêvî Group sponsorîya gelek kar û projeyên muzîkê, yên Hunermendan û nivîskarên Kurd hatîye kirinê. 

Di tevayî karên Hêvî Group û projeyên dîtir yên girêdayî Hêvî Group de, keda gelek camêran bûye. Herî bêhtir jî Xêro Mîrza, Ciwan Zagros, Eyub Kinikî û gelek camêrên dîtir yên li welat û derveyî welat ked dane. 

Karên Hêvî Group di destpêka sala 2019 an de hatine rawestandin lê belê tenê navber hatîye dayîn.