Ez Kîme?

Navê min Agirî Soran e. Gelek Kurd hene, dema ji wan tê pirsîn "Gelo hun ji kîderê ne?" dibêjin "em ji Kurdistanê ne." An "em Kurdistanî ne." Xwe Kurdistanî dîtin bêguman tiştekî gelekî xweşe û başe. Lê belê rastî ez Kurdistanî me. Ji şûna ez lê bûyî bêhtir min xwe Silêmanî dîtîye, min xwe Geverî dîtîye, min xwe Ranyayî, an jî Qesrêyî, an jî Dîyana yî, an jî Şemzînanî dîtîye. Min xwe ji gûndê ez lê bûyî bêtir Rojavayî, Qamişloyî û Hesekêyî dîtîye. Min xwe bêhtir Kermanşahî, Mehabadî, Sineyî û Merîwanî dîtîye. Ji ber ev deverana min dîtine. Deverên min ne dîtî jî, biqasî min dîtî wan dinasim û dizanim. Heyf û sed mixabin min gundê xwe biqasî deverên dîtir yê welatê xwe nedîtîye û di jîyana derbederî û penaberîyê de, piştî ez zindî neçûme gundê xwe, qet naxwazim mirî, an ku termê min jî biçe gundê min. Ew gundê min nedît, ew min bibîne bo çî ye? Ez ji gundê Qesirbelekê ya ser bi bajarê Nisêbînê ve me. Her çend bi hesret û bêrîkirina gundê xwe tije bim jî, dema ji min bipirsin tu ji kuyî? ez xwe xelkê Silêmanîyê dizanim. 

 

Ezim mirovekî Kurdim. Wekî piranîya zarokên Kurd, min jî zarokatîya xwe, di jêr tirs û kabûsa zilim û zordarî û dagirkerîya hêzên leşkerî, sazî û dezgehên perwerdeyê yên dewleta Tirk da bihurand. Dibe ji ber vê yekê be, hîna di temenê zarokatîyê de, ketime nava lêgerînekê. Lêgerîna azadîyê, lêgerîna serbestîyê. Destpêkê, aramî û bextewerîya dilî, di nava kurayîya bawerîyên olî de gerîyam. Lê belê pir ne domî, da ku bibînim heya ol û îman û xwedayan ji zilm û zortestîya ser rûyê erdê tune. Piştî min dît, heya xwedayan ji me tune wê çaxê min rêka xwe guherî. 

Dema min xwest rêka jîyana xwe, ji ya malbata xwe cûda bikim û berê xwe bidim asoyekî dîtir yê jîyanê, temenê min 13 bû. Ji xwe wê demê bûbûme penaber. Em; ji ber tenq, top û gûleyên ji çekên Elmanî yên di destê dagirkerê erda me de derdiketin, revîyabûn û hatibûne wî welatî yên ew çekên em dikuştin berhemhênayî.

Hetanî neha jî ji bo azadîya xwe û di pey azadîya xwe da dijîm. Hertiştî di temenê biçûk da hîn bûm. Di temenê biçûk de min karên mezin dikirin. Her sala min bi pênc salê mirovên serdemê bû. Hertiştî zû fêr dibûm. Hertiştî zû dijîyam. Hîna di temenê biçûk de min kuştin û şer dît. Min êş û şahî dît. Min jîyana tenê bi sirûştê re dît. Min xweda dîtin û evdê wan yên tirsonek. Min pêxember dîtin û murîdên wan yên wekî kerîyên pez li pey wan. 

Min çi dît û çi nedît? 
Min camêr û şahjin dîtin, zû mirin. Dixwestin zû bimrin. Min nemêr û nejin dîtin, her dijîyan lê wekî siha kundirekî cih digirtin . Xwedayên wan jî hey ji wan tunebûn. 

Di piranîya temenê xwe de, ji bo danajîyandina mirovan jîyam. Kêm ji bo xwe... 

 

Ez fêrmbûnê hez dikim.

Bawerim di vê jîyanê de hêrî bêhtir fêrbûn dilê min dikelîne. Ev kela dilê min hetanî can têda hebe dê berdewam be. Mêjîyê min, heman wekî yê zarokekî heftsalî hîna vik û valaye. Wisan hest pê dikim. Her çi be dikarim fêr bibim. Tiştê dixwazim jî fêr dibim. Ji ber ku, ji bo min jîyan, zîndarî, gerdûn, sirûşt, mirov, derûn, hebûn tev wekû xelekên yek filmîne û qet ji hev nayêne qûtkirinê. Ji ber wêya bi giştî cîhan, jîyan û mirov hertim bala min kişandîye û dikişîne. Ji Felsefeyê, hetanî bi kodên GEN ên mirovan, ji derûnnasî hetanî bi zanista ciwanîyê, ji Civaknasî hetanî bi neşxandina wêneyekî. Ji awa û şêweyê nivîsandina çîrokekê hetanî bi derûn û bawerîya hizrê rengan, ji nexş û dîmenê çîyayekî hetanî bi nexşsazîya nava malekê. Ji dîrokê hetanî bi hestên nijadperestekî. Ji fêrbûna zimanekî hetanî bi hînbûna nexşsazîya rûpelekî înternetê. Ji bazirganîya dewletên cîhanî ya hemî tiştên mirovî, hetanî bi derhênana şakarekî ji ciwanîya jinekê. Hertişt bo min balkêşe û balkêş bûye. Jîyan wekî dî bi çi awayî xweşe? min bersiva vê weha ji bo xwe daye. Her kêlîya xwe tije jîyam. Êdî têr û tije me. Her kêlîyên neha dijîm jî, da ku jîyan ji min têr bibe dijîm. 

 

Ez evînê hez dikim.

Evîndarî, dildarî, dilketin, hezkirin, sînkronîza derûnî ya jin û mêr hez dikim. Bawerîya min bi du cîhan, du jîyan, du hilberînên xwedayî, du dijberî, du dijminayî û du nakokîyên derûnî heye. Jin û mêr. 
Eger jîyan bi azadîyê xweşe, azadî bi bextewerîyê tê pîvan, bextewerî jî bi cinsê himber tête avakirinê. Çendîn hindek mirov, xwe bi raman û bawerîyan, bi kesên navdar û hizrên îdeolojîk, bi derbirîn û hizrên girseyî -Bextewer- bidin pêşandan jî, sirûşta mirovî, derûnê mirovî, wekî kodên hemî sirûştê bi bextewerîyê temendirêj dibe. Huner, hurbûn, hurkolan, tenikîya hunerî ja mirovan, ji kurayîya hestan, ji asta hêrs û bextewerîyê vedije. 

 

Ez mirovekî azadim lê ez Kurdim

Nijad, netew, nasname, cûdabûna xwînê, nirxê mirovan li cem min nagûhere. Ji xwe em Kurd neşên bibin nijadperest. Berovajî em bi her alî ve ji nijadperestîyê adizin. Hebûna xwînên cûda, nijadên cûda, netewên cûda zengînîya mirovane. Her hebûna li ser rûyê vê erdê, xweşikî û ciwanîya sirûştê ye. Lê belê ji ber rastî û realîta cîhanê, ji ber taybetmendîyên mirovan û çanda wan ya nijadperest, hemî karên bazirganî û şer yên li ser nijadan, her mirov dive xwedan nasnameyekê be. Kurd jî, di nava hemî dîroka xwe ya bênasname de, êş û zehmetîya vê rewşê kişandin. Bextê Kurdan ji bênasnametîyê reşe. Humanîzm, mirovhezî, demokratî û hîna gelek têgehên dîtir yên mirovî ji bo civaka Kurd kar nakin. Ji ber wê yekê bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi xwîn û bedena xwe ez Kurdim. Kurdbûna min ne xirabîyeka ji bo mirovatîyê. Lê belê metirsîyeke ji bo hizir, kes û bawerîyên ku Kurdan tune dibînin. Ji bo bawerîyên cûdayîyê dixin navbeyna mirovan de. Zimanê min şîrîne. Zimanê min xweşe. Zimanê min zimanê hunerê, muzîkê, axaftinê, fêrbûnê, derbirînê ye. Zimanê min zimanekî bê ser û bê bine. Derûn herî xweş bi zimanê min dişê xwe derbibire. Ji ber vê yekê jî, hemî zeravayê zimanê xwe an fêr dibim an jî fêr bûme. Hemî devokên çardorê welatê xwe têdighêjim. Li herçar parçeyên welatê xwe gerîyame. Hemî navdar û jîr û jêhatî û zehmetkêşê welatê xwe dinasim. Dîroka xwe, wêjeya xwe, çanda xwe, erda xwe dinasim û hîna jî fêr dibim. Di nava bêdawîbûna gerdûnê de, di nava mezinîya erdê û cîhanê de, di nava bêsînorîya derûnî ya mirovî de, di nava azadîya bêsînor de, di nava gel û mirovên xweşik yên gelê dîtir de ez Kurdekim.